Li Rûsyayê 88 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê her diçe zêde dibe û heta niha li wî welatî nêzîkî 210 hezar kesî bi wê vîrusê ketine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê her diçe zêde dibe û heta niha li wî welatî nêzîkî 210 hezar kesî bi wê vîrusê ketine.
Desthilatên Tenduristiyê yên Rûsyayê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 11 hezar û 12 kesan bi vîrusa Koronayê ketine. Herwiha 88 kesan jî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî jî, hejmara kesên li Rûsyayê bi Koronayê ketine gihîşt 209 hezar û 688 kesan, ji wan jî 1 hezar û 915 kesan canê xwe jidest dane.
Navenda Operasyonên Hikûmî ya Rûsyayê jî belav kir, heta niha zêdetir ji 34 hezar û 306 kesan ji Koronayê baş bûne.
Di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan û çêkirina testan de, heta niha tîmên tenduristiyê zêdetir ji 5.4 milyon test kirin.
S. B