Li Amerîka zêdetir 1.3 milyon kes bi Koronayê ketine

Li Amerîka pêketina bi vîrusa Korona her diçe zêde dibe û hejmara kesên bi Koronayê ketine, gihîştiye zêdetir ji 1 milyon û 300 hezar kesî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Amerîka pêketina bi vîrusa Korona her diçe zêde dibe û hejmara kesên bi Koronayê ketine, gihîştiye zêdetir ji 1 milyon û 300 hezar kesî.

Zanîngeha John Hopkins ku projeyeke wê ya taybet a şopandina belavbûna vîrusa Koronayê heye diyar kir, duhî zêdetir ji 25 hezar kesan bi Koronayê ketin e û zêdetir ji 1.6 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.

Li gor amarên wê zanîngehê, heta niha li Amerîka 1 milyon û 309 hezar û 541 kesan bi vîrusa Koronayê ketin û 87 hezar û 794 kesan jî canê xwe jidest dane.

Ev di demekê de ye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 4 milyon û 181 hezar kesî bi vîrusa Koronayî ketine û zêdetir ji 283 hezar kesan canê xwe jidest dane û nêzîkî 1.5 milyon kes jî baş bûne.

 

S. B