Li Hemayê şer di navbera artêşa Sûriyê û opozısyonê de derket
Ji bo yekem car, ji dema ragihandina agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê li 6ê Adarê, şerek giran di navbera çekdarên Opozisyona Sûriyê û Artêşê de li wê navçeyê derdikeve. Li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovî çekdarên Opozisyonê li navçeya Sehil Elxab êrîşî Artêşa Sûriyê kirin û di encam de, şer di navbeyna her dû aliyan de serî hilda û tê de zêdetir ji 30 serbazên Sûriyê hatine kuştin.
K24- Hewlêr

Jibo yekem car ji 6 Adarê ve şereke tund di navbera çekdarên dijberiya Sûriyê û rjîmê de li bakurê rojavayê Sûriyê derdkeve.
Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belavkiriye, ku şereke giran di navbera artêşa Sûriyê û hejmarek ji rêxistnên dijberiya Sûriyê di serê wan de rêxistna Huras Eldîn li bakurê rojavayê Sûriyê derket û di encamê de bihtir ji 30 serbazên artêşa Sûriyê û 13 ji çekdarên dijberiyê hatin kuştin.
Ev hejmara kuştîyan bilinditrîn hejmare ji dema raghandina agirbestê ve û li gor ku Rewangehê belav kirî, ew şer ji alîyê hêzên dijberîya Sûriyê ve li navçeya Sehil Elxab li bakurê rojavayê Hemayê hate destpêkirin .
Rêxistna Huras Eldîn rêxistneke çalake li wê navçeyê nêzîkî 1800 çekdaran li xwe digire ku di nava wan de çekdarên ne Sûrî jî hene, û ji wan rêxistnên bi ser Deseteya Tehrîr Elşam ve ye.
Li gor Rewangehê li gel destipêkirina şer artêşa Sûriyê dest bi mûşekbaran kirina navçeya Sehil Elxab û derdora Idilb kir û di encamê de jinek li Sehil Elxab jiyana xwe ji dest da.
Ji dema raghandina agirbestê li 6 adarê di navbera Rûsyê û Tirkiyê de li bakurê rojavayê bê dengîyek li wê navçeyê peyda bibû,, şerê ku rû dida jî şereke biçûk bû û ne mîna şerê Sehil Elxab kuştî diketin.
Ji dema wê agirbestê jî tevgera frokeyên şerker yên Sûrî li Asmanê wê navçeyê nema, û bihtir ji 250 hezar koçber jî vegeran malên xwe. Herweha jibo garantînkirina birêveçûna agirbestê û xalên wê rêkeftinê ev serê du hefteyane Rûsyê û Tirkiyê gerên hevbeş li ser dirêjahîya rêya M4 li rojavayê Seraqib yê Idilbê birêve dibin ku xaleke serekeya wê rêkeftinê ye.