Birîtanya.. 627 kesên din bi Korona mirin

Li Birîtanya 627 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan. Berpirsek Koşka Kremlin a Rûsyayê jî, bi Korona ket.

K24- Hewlêr

Li Birîtanya 627 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan. 

Wezareta tendirustî ya Birîtanya amarên 24 demjmêrên borî belavkir û got, 627 kes bi Korona mirin e. Hejmara kesên bi Korona li wî welatî mirin e gihişte 32 hezar û 692 kesan û zêdetir ji 226 hezar kesan li Brîtaniya bi Vayrosê ketin e.