Amerîka: Rûsya ji Esed ne razî ye û cihgirekî jê re nabîne

Şandeyê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey radigihîne, Rûsya kariye serkeftineke serbazî ya mezin li Sûriyê bidest bixe û ji Serokê Sûriyê ne razî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeyê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey radigihîne, Rûsya kariye serkeftineke serbazî ya mezin li Sûriyê bidest bixe û ji Serokê Sûriyê ne razî ye.

Şandeyê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey bi riya vîdyoyê beşdarî kongreyeke Enstituya Hudson a Lêkolînên Stratejî bû û ragihand, berjewendiyên Rûsya yên girîn li Sûriyê hene û kariye pêgehên xwe yên serbazî û webirhênên xwe yên aborî li wî welatî biparêze.

Herwiha got jî: “Rûsya li Sûriyê ji aliyê serbazî ve gelekî serkeftî ye, lê pirsgirêk ew e riyeke siyasî bo rakirina Serokê Sûriyê Beşar Esed nabîne. Erkê me jî ew e, em riya Netewên Yekgirtî riyekê ji wan vekin, ta ji Esed û Îraniyan dûr bikeve.”

James Jeffrey di derbarê nerazîbûna Rûsya ji Esed de got: “Belê, sala bûrî em bi Rûsiyan re axivîn û ew ji Esed ne razî ne, lê pirsgirêk ew e, ti cîhgirekî ji wî nabînin.”

 

S. B