Li Rûsyayê hejmara pêketina bi Koronayê zêde dibe
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê her diçe zêde dibe û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane gihîşt 2 hezar û 212 kesan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê her diçe zêde dibe û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane gihîşt 2 hezar û 212 kesan.
Desthilatên Tenduristiyê yên Rûsyayê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 10 hezar û 28 kesan bi vîrusa Koronayê ketine. Herwiha 96 kesan jî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî jî, hejmara kesên li Rûsyayê bi Koronayê ketine gihîşt 242 hezar û 271 kesan, ji wan jî 2 hezar û 212 kesan canê xwe jidest dane.
Navenda Operasyonên Hikûmî ya Rûsyayê jî belav kir, heta niha zêdetir ji 48 hezar kesî ji Koronayê baş bûne.
Rûsya bi hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê ji Ispanya ya di pileya duyem de tê nêzîk dibe, lê rêjeya mirina bi wê vîrusê li Rûsyayê gelekî kêm e.
S. B