Cîhan.. hejmara peketiyên bi Koronayê 4.26 milyon derbas kir

Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî radigihîne, amarên pêketina bi virusa Koronayê li cîhanê zêde dibin û 4.26 milyon kes derbas kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî radigihîne, amarên pêketina bi virusa Koronayê li cîhanê zêde dibin û 4.26 milyon kes derbas kiriye.

Li gor amarên Zanîngeha Johns Hopkins belav kirine, heta îro danê sibê, 4 milyon û 261 hezar û 955 kesan li seranserî cîhanê bi Koronayê ketine.

Tenê di 24 demjimêrên bûrî de, zêdetir ji 75 hezar û 900 kesî bi wê vîrusê ketine.

Diyar kir jî, hejmara kesên bi Koronayê jî canê xwe jidest dane gihîştiye 292 hezar û 961 kesan. Herwiha nêzîkî 1.9 milyon kes jî baş bûne.

Vîrusa Korona yekem car li bajarê Wuhan a Çînê derketibû û Çîn jêdera wê vîrusê bû, lê niha Amerîka, Ewropa û Rûsyayê bûne navenda wê vîrusê û bi hejmarên mezin kes bi wê vîrusê dikevin û canê xwe jidest didin.

 

S. B