Sedema serekî ya belavbûna Koronayê li Îraqê û çend welatên din aşkera dibe

Emerîkayê sizayê bi ser kompanya Mahan Êr a Îranî re disepîne; çunku rêkarên selametî û geştkirinê peyrew nekirîye û bûye sedema veguhaztina Vayorsa Koronayê bo Îraq û Lubnanê.

K24- Hewlêr

Emerîkayê sizayê bi ser kompanya Mahan Êr a Îranî re disepîne; çunku rêkarên selametî û geştkirinê peyrew nekirîye û bûye sedema veguhaztina Vayorsa Koronayê bo Îraq û Lubnanê.

Malpera Rêkxistîya Berevanî ji Demokratîyê- Emerîka li roja 14yê Gualanê, di nûçeyekê de aşkera kirîye, tevaya cîhanê rêkarên tund girtine ber beranber belavbûna Vayrosa Koronayê; lê hinek hêlên firokevanîyê ew rêkar bi rijtî newergirtin.

Got jî: Xuya bûye ku veguhaztina Vayrosa Koronayê bo Îraq û Lubnanê bi rêya Hêla firokevanîya Mahan Êr bûye.

Herwweha li gor raporteka BBC,  ji encama vekolînan xuya bûye, di dema qedexeya hatinûçûnê di cîhanê de, Mahan Êr  berdewam bûye li geştên xwe bo rojhelata Navîn û bûye sedema belavbûna Vayrosê.

Di raportê de hatîye, Mahan Êr, di meha Adarê de gelek geştên asmanî bo Îraq, Îmarat, Sûriya û Lubnanê encam daye .

Herweha Raportê aşkera kirîye, bi dehan kes ji tîma Mahan Êr bi Vayrosa Koronayê ketine, lê bi sedema tirsê ji rêveberên kar; nekarîne nexweşîya xwe rabigehînin.

Li gor zanyarîyên Rojname ya Orşelîm Post, di meha adarê de, firokevanekê Mahan Êr bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest daye.

Di evê çarçoveyê de, Kenala BBC aşkera kirîye, bi sedema firokevanekê xîça asamanîya Mahan Êr, ew Vayros ji Çînê ve, hatîye veguhaztin bo Îranê û belav bû ye.

Her derbarê evê yekê, Malpera Rêkxistîya Berevanî ji Demokratîyê nivîsîye: Li sal 2018 Rîçard Girînêl, balyozê Emerîkayê li Elmanya û rêveberê niha yê Hewlgirîya Nîştîmanîya Emerîkayê hewil daye hikumeta Elmaniya û Engêla Mêrkil razî bike daku geştên asmanîyên Mahan qedexe bike.