Tenduristîya Cîhanê: Korona bi sanahî ji nav naçe
Semîye Siwamînasin, Pispora navdara Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî ragehand, renge cîhanê 4-5 salan bivên daku Koronayê kontrol bike.
K24- Hewlêr
Semîye Siwamînasin, Pispora navdara Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî ragehand, renge cîhanê 4-5 salan bivên daku Koronayê kontrol bike.
Di hevpeyvînekê de li gel govara (Financial Times) wê pispûrê got: Heke niha pêkute (vaksîn) jî li ber destên me hebe û bixwazîn wê pêkuteyê bo hevwelatîyên cîhanê danin, me 3 heya 4 salan pêwîste û renge 5 sal jî pêwîst be.
Semîye Siwamînasin, tekez kir jî, cîhan destwestayî namîne û ji her tişt giringtir dîtina pêkuteyeke taybete bo rêgirtinê ji belavbûn û serheldana wî derdî di ayînde de.