DAIŞ li ser riya Şam – Dêrazorê 4 kesan dikuje

Çekdarên DAIŞê li Sûriyê jî çalakiyên xwe zêde dikin û riya Şam – Dêrazorê qut dikin û hejmare kes dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li Sûriyê jî çalakiyên xwe zêde dikin û riya Şam – Dêrazorê qut dikin û hejmare kes dikujin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê riya Şam – Dêrazorê li devera Kebacib qut kir û otombîleke ku efserekî rêjîma Sûriyê, 2 serbaz û jinekê tê de bûn desteser kir.

Li gor zanyariyê Rewangehê, çekdarên DAIŞê 4 kesên di wê otombîlên de bûn kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî, rêjîma Sûriyê hêzeke mezin şande wê deverê û heta niha şer û pevçûn li wir berdewam e.

Ev di demekê de ye, çekdarên DAIŞê girtevîdyoyek belav kir, tê de hejmarek ji kesan dikujin. Bi gotina çekdaran be, ew bûyer li navçeya Suxne ya rojhilatê parêzgeha Humsê ye û wan sîxurên rêjîma Sûriyê kuştine.

Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demkratîk di meha Adara 2019an de dawî berîka çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê kontrol kiribû û serkeftina serbazî bi ser DAIŞê de ragihandibû.

Ji dawiya meha Adara 2020an ve, li navçeyên di navbera parêzgeha Dêrazorê û Humsê de, çekdarên DAIŞê welatî û şivanan direvînin. Herwiha çendîn car in şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê derdikeve.

 

S. B