Li Brazîlê jî hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe
Wezareta Tenduristiyê ya Brazîlê ragihand, hejmara kesên li wî welatî bi vîrusa Korona ketine, 241 hezar kes derbas kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Brazîlê ragihand, hejmara kesên li wî welatî bi vîrusa Korona ketine, 241 hezar kes derbas kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Brazîlê diyar kir, di 24 demjimêrên bûrî de 485 kes bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî, li Brazîlê heta niha hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîşt 241 hezar û 80 kesî û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 16 hezar û 118 kesan.
Li seranserî cîhanê zêdetir ji 4.8 milyon kes bi Koronayê ketine û zêdetir ji 316 hezar kesî jî canê xwe jidest dane. Li Hemberê jî zêdetir ji 1.8 milyon nexweş jî baş bûne.
S. B