Pêdersen: Xelkê Sûriyê pêwistiya wan bi alîkariyê heye

Şanderê navdewletî ji bo Suriyê Geir Pêdersen, di civînek Asayişa Navdewletî de ragihand, xelkê Sûriyê pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Xelk dixwazin, ku welatê wan carek din aram bibe. Ew aliyên, ku ev rewş li Sûriyê peyda kirin e, dibe ku berpirsiyariya tawanan jî, li stuyê xwe bigrin. Wekî tê zanîn, niha Covîd 19 bûye nakokiyek mezin.

K24- Hewlêr

Herweha dibe, ku xelk werin parastin û kar ji bo asayişa navçeyê bê kirin.

Herweha derbarê hilbijartinan Sûriyê, Şanderê Navdewletî bo Suriyê ragihand, ligor biryarên proseya siyasî yên navdewletî, divê Destûrek Nû ji bo Sûriyê were nivîsandin. Hilbijartinên paqij birêve biçin, da ku mafê tevayiya Sûriyan tê de parastî be. Pedersen got jî, di baweriya wî  de, rêkeftinek di navbeyna Rûsya û Amerîkayê de li Sûriyê, dê bibandor be.