Rêjîma Sûriyê û çekdarên Idlibê dîlan bi hev diguherin

Rêjîma Sûriyê û grûpên çekdaran, li Idlib û Helebê dîlên xwe bi hev diguherin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê û grûpên çekdaran, li parêzgeha Idlib û Helebê dîlên xwe bi hev diguherin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belva kir, duhî li bajarokê Teftenazê li parêzgeha Idlibê rêkeftinek di rêjîma Sûriyê û grûpa Cebhe Weteniya Lîltehrîr de hat kirin û li gor wê rêkeftinê, ew herdu alî hejmarek ji dîlan bi hev diguharin.

Diyar kir, li gor rêkeftinê rêjîma Sûriyê 3 dîlên ji Cebhe Weteniya Lîltehrîr berdide. Li hemberê jî ew grûp, jineke dîl ku bi tometa sîxuriya bi rêjîmê re kiriye hatiye girtin berdide û 2 termên çekdarên Şîeyên bajarokên Nubil û Zehrayê radestî rêjîma Sûriyê dike.  

Li gor zanyariyên Rewangehê jî, roja 16ê vê mehê jî proseyeke pevguhartina dîlan di navbera Heyet Tehrîr El Şam (Nusraya berê) û rêjîma Sûriyê de li rojavayê Helebê hat kirin.

Heyet Tehrîr El Şam efserekî bi pileya Eqîd û serbazek berda, rêjîmê jî 3 çekdarên ji Heyet Tehrîr El Şam û çekdarekî Ehrar El Şamê berdan.

  

S. B