Sûriyê biryara desteserkirina pereyên Ramî Mexlûf da

Wezareta Darayî ya Hikumeta Sûriyê biryara desteserkirina pereyên Ramî Mexlûf da.

K24- Hewlêr

Wezareta Darayî ya Hikumeta Sûriyê biryara desteserkirina pereyên Ramî Mexlûf da.

Ligor biryarek Wezareta Darayî ya Hikumeta Sûriyê, ku Cîgirê Wezîrê Darayî îmze kiriye,  biryara destserkirinê ya jimara 1 236 di çarçoveya garantînkirina dana pereyên, ku ji Ramî Mexlûf têne xwestin da ye û divê wan pereyan  radestî  Desteya Pêwendî û Posteran bike.

Berî niha, Desteya Navborî daxwaza  233. 8 milyar Lîreyên Sûrî ji Kompanyên Syria Têl û Êm Tî Ên kiribû, ku bi gotina wê, Serokê Kompanya Syria Têl red dike, pereyên ku jê têne xwestin bide. Lê Ramî Mexlûf, Serokê Kompanya Syria Têl  ew yek red kiribû û ragihandibû,  ku wî amadebûna xwe ji bo dan a beşek ji wî pereyî, nîşan da bû.

Herweha piştî destdanîna liser pereyên Ramî Mexluf, bi biryara Hikumeta Suriyê, 5 salan  bi tevahiya dezgehên rêjîmê re, nikare girêbestan girê bide