Bi vajî ya Serokê Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa piştevaniya xwe bo Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî tekez kir

Li hember gefên Serokê Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa piştevaniya xwe bo Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî tekez kir.

K24- Hewlêr 

Li hember gefên Serokê Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa piştevaniya xwe bo Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî tekez kir.

Peyvdarê Yekîtiya Ewrupa, derbarê  nameya Serokê Amerîka bo Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, ku rêxistinê  boka şuşeya Çînê binav dike û gefa vekşandina welatê xwe ji rêxistinê dike ragihand, Yekîtiya Ewrupa piştevaniya hewlên rêxistinê, bo nehiştina Vayrosa Korona dike. Herweha daxwaza yekxistina hewlên navdewletî, bo rûbirûbûn a Koronayê dike.

Peyvdarê Yekîtiya Ewrupa ragihand , ew dê di peydakirina alîkariyan, bo rêxistina tendirustî ya cîhanî de, berdewam bin.