Bi sedema têkelîyê li gel Supaya Pasdarên Îranê, Amerîka siza bi ser kompanyeka Çînî re sepand
Bi sedema peywendiya di gel kompanyekê asmanî ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve, Wezareta Gencîneya Amerîka siza liser kompanyek Çînî sepand.
K24- Hewlêr
Bi sedema peywendiya di gel kompanyekê asmanî ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve, Wezareta Gencîneya Amerîka siza liser kompanyek Çînî sepand.
Wezareta Gencîneya Amerîka, siza liser kompaniyek Çînî sepand, ku peywendî digel Kompaniya firokevaniya Mahan a Îranê hebû ye.
Di daxwiyaniya Wezareta Gencîneya Amerîka de hatiye, ew kompanya Çînî, di dem a ku siza liser kompaniya Mahan hebûye, peywendî digel kiriye. Ji ber vê yekê jî, ew kompania Çînî dikeve lîsta dûrpêçên Amerîka.
Ji bo yekem car Amerîka sala 2011an siza li ser Kompaniya Mahan Air a Îranî danî. Ew jî bi tometa xizmetkirina Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê û veguhestina çekdar û çekan ji bo Sûriyê û Libnanê.