Amarên Koronayê li Îran, Rûsya û Berazîl

Amarên Vayorsa koronayê li Îran, Rûsya û Berazîl bi vî awayî ne:

L24- Hewlêr

Amarên Vayorsa koronayê li Îran, Rûsya û Berazîl bi vî awayî ne:

Iran:

Li Îranê 62 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan.

Tenduristiya Îranê ragihandiye, ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 62 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan e û 2 hezar 111 kesên din pêketin e. Bi vê amarê, hejmara giştî ya kesên li wî welatî bi Korona canê xwe jidest dan e gihiştye 7 hezar û 119 kesan û hejmara giştî ya tûşbûyan jî, 124 hezar û 600 kes derbas kiriye.

Rûsya:

Li Rûsyayê 115 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.

Wezareta Tendirustî ya Rûsyayê ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 115 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan e. Herweha 9 hezar û 263 kesên din jî, tûşî Vayrosê bûn e.

Bi vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyan li Rûsyayê gihişt 299 hezar û 941kesan, ji wan jî 2 hezar û 837  kesan canê xwe jidest da ye.

Berazîl

Brazîlê rêza 3yem a zêdetirîn tûşbûyên Vayrosa Korona li cîhanê cih girt.

Wezareta Tendirustî ya Brazîlê ragehand, di 24 demjimêrên borî de, 13 hezar kes tûşî Vayrosa Korona bûn e. Hejmara tûşbûyan li wî welatî 255 hezar kes derbas kir. Bi vê yekê Brazîl piştî Amerîka û Rûsya tê, ku zêdetirîn hejmara tûşbûyan a Vayrosa Korona tomar kirin e. Heya niha nêzî 17 hezar kesan li Brazîlê bi Vayrosê canê xwe jidest da ye.