Li cîhanê hejmara kesên bi Korona ketine 5 milyon derbas kir

Vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ku piraniya welatên cîhanê belav bûye, li seranserî cîhanê zêdetir 5 milyon kes bi wê vîrusê ketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ku piraniya welatên cîhanê belav bûye, li seranserî cîhanê zêdetir 5 milyon kes bi wê vîrusê ketine.

Li gor amarên hatine tomarkirin, heta niha li seranserî cîhanê zêdetir ji 5 milyon û 2 hezar û 454 kes bi vîrusa Korona ketine û zêdetir ji 325 hezar û 214 kesan jî pê canê xwe jidest dane. Herwiha nêzîkî 2 milyon kes jî baş bûne.

Heta niha zêdetirîn qurbaniyên koronayê li Amerîkayê hatine tomarkirin. Li gor dawîn rêzbendiya welatan jî, heta niha zêdetirîn haletên pêketî û mirinê hatine tomarkirin, wiha ye:

Amerîka: Pêketin: 1,55 milyon –  Mirin: 92,258

Rûsya: Pêketin: 308 hezar – Mirin: 2, 972

Brîtanya: Pêketin: 249 hezar – Mirin: 35,341

Ispanya: Pêketin: 232 hezar – Mirin: 27,778

Îtalya: Pêketin: 227 hezar – Mirin: 32,169

Almanya: Pêketin: 178 hezar – Mirina: 8,193

Fransa: Pêketin: 143 hezar – Mirin: 28, 022

Vîrusa Korona yekem car li bajarê Wuhan a Çînê derketibû û Çîn jêdera wê vîrusê bû, lê niha Amerîka, Ewropa û Rûsya bûne navenda wê vîrusê û bi hejmarên mezin kes bi wê vîrusê dikevin û canê xwe jidest didin.

 

S. B