Brian Hook: Îran bi egera Covid -19, dikare ji Sûriye derkeve

Nûnerê taybet ê Amerika bo Îranê Brian Hook diyarkir, ku Îran bi egera belavbûna Vayrosa Korona, dikare hêzên xwe yên çekdar ji Sûriye derbixe

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet ê Amerika bo Îranê Brian Hook diyarkir, ku Îran bi egera belavbûna Vayrosa Korona, dikare hêzên xwe yên çekdar ji Sûriye derbixe.

Di hevpeyvîna xwe ji kovara Foreign Policy a Amerîkî re, Nûnerê taybet ê Amerika bo Îranê Brian Hook got, ku: “Vayrosa Korona Îran perîşan kiriye. Hêzên Amerîka şopandin e, ku Îran cihên hêzên xwe li Sûriye diguherîn e. Rewşa aborî ya xerab a Îranê, dikare bandore bikê, ku Îran hêzên xwe ji Sûriye derxe”.

Komara Islamî ya Îranê, ku yek ji wan welatan e, herî zêde bandora Covid -19 lê bûyî, ji bo bidestxistin a alavên bizişkî û tibbî, daxwaz kiribû, Amerika dorpêçên xwe liser rake.

 

 

C.B