Brazil bi hejmara pêketina bi Koronayê dibe welatê duyem

Brazil bi hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê, ket pêşiya Rûsyayê û tenê di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar kes bi wê vîrusê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brazil bi hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê, ket pêşiya Rûsyayê û tenê di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar kes bi wê vîrusê canê xwe ji dest dan.

Li Brazîlê heta niha 330 hezar û 890 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 21 hezar û 48 kesan jî canê xwe jidest dane, lê şareza dibêjin, ji ber kêmbûna encamdana testan, dibe ku hejmara kesên bi Koronayê ketibin, 15 caran ji hejmara hatiye tomarkirin zêdetir be.

Di 24 demjimêrên bûrî de, li Brazîlê 1 hezar û 1 kesî bi Koronayê canê xwe jidest dan, di 4 rojên bûrî de ev cara sêyem e, hejmara mirinê bi Koronayê di rojekê de bi ser hezarî dikeve.

Ji ber xiapiya rewşa Brazîlê, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Amerîka Başûr wek “navenda nû ya nexweşiya Koronayê” dinase.

Brazil heta niha di rêzbendiya mirina bi Koronayê de di pileya 6emîn li piştî Amerîka, Brîtanya, Îtalya, Îspanya û Frasyê de tê, lê şareza pêşbîn dikin, Brazîl di meha bê de bigihe lûtkeyê.

Her çend e biryara qedexeya çûnûhatinê li Brazîlê heye, lê Serokê Brazîlê Jair Bolsonaro pêştir vîrusa Koronayê bi “helametekî sivik” binav kiribû û rexne li rêkarên xweparêziyê û qedexeya çûnûhatinê digire.

 

S. B