Li Sûriyê 11 kesên bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 11 kesên din bi vîrusa Koronayê li wî welatî radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 11 kesên din bi vîrusa Koronayê li wî welatî radigihîne.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, 11 kesên ku ji welatê Kuwêtê vegeriyabûn Sûriyê, derencamên wan pozîtîf derketin ku hilgirê vîrusa Koronayê ne.

Li gor anmarên Wezareta Tenduristiyê  heta niha li Sûriyê 70 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan jî 4 kesan canê xwe jidest dane û 37 kes jî baş bûne.

Ev di demekê de ye, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, hejmara kesên li Sûriyê bi vîrusa Korona ketine, ji yên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê radigihîne zêdetir e.

 

S. B