638 kesên din li Emerîkayê bi Vayrosa Koronayê mirin
Zanîngeha Conz Hopkinz a Emerîkî belavkirîye, di 24 demjimêrên bûrî de, 638 kesên din bi vayrosa Koronayê mirin. Hijmara giştî ya kesên li Emrîkayê mirîne 97,740 kesin. Hevdem hijmara tûşbûyan li Emerîkayê yek milyon û 643 hezar kes derbazkirin.
K24- Hewlêr

Serokê Emerîkayê Donald Tiremp jî biryar da hemû geştên asmanî bo Berazîlê bihên rawestandin, ew jî piştî di çend rojên bûrî de, hijmareka zêde ya ji tûşbûyan û can ji destdanê bi Vayrosa Koronayê li Berazîlê hatin tomarkirin.