Li Sûriyê 20 kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Sûriyê 20 pêketîyên din yên Koronayê tomar kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Sûriyê 20 pêketîyên din yên Koronayê tomar kir.

Wezareta Tenduristîya Sûriyê di daxuyanêyekê de ragehand, wan 20 pêketyên nû  bi Vayrosa Koronayê tomarkrin di nav wan kesên ku ji derve vegeryane di nav welat de.

 Li gor wezaretê 15 ji wan kesan ji Kiwêt vegeryane, 3 ji Sûdan, yek ji Rûsiyê û yek jî ji Îmarat.

 duhî jî Wezareta Tenduristîya Sûriyê 16 pêketî ji nav wan kesên ku ji derve vegeryabûn tomarkiribûn. Bi vê hejmara nû hejmara pêketyên Vayrosa Koronayê li navçeyên di destê rijîmê de dighe 106 pêketîyan.