Efrîn.. Çekdaran mezargeheke Kurdên Êzidî wêran kiriye

Grûpên çekdarên ên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine careke din gor û mezargehên Kurdên Êzidî li herêma Efrînê dikolin û parçeyên şûnwaran didizin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdarên ên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine careke din gor û mezargehên Kurdên Êzidî li herêma Efrînê dikolin û parçeyên şûnwaran didizin.

Navenda Medyayî ya Efrînê girtevîdoyek belav kir û ragihand, grûpên çekdaran mezargeha Şêx Hemîd li gundê Qestel Cindo yê li navçeya Şera ku cihekî pîroz ê Êzidiyan e kolane û têk dane.

Her li navçeya Şera jî, çalakvanên Efrînê belav kirin ku bi tankan di ser goristana şervanên YPG, YPJ, HSD a li gundê Metîna re derbas bûne û hemû gor şikandine û têk dane.

Pêştir jî çendîn caran rêxistin û navendên taybet ên belgekirina binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê belav kirin, ku cihên dîrokî, şûnwar û mezargehên olî yên pîroz ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatin şikandin, kolandin û dizîn.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, zêdetir ji 42 cihên dîrokî, mezargeh û goristanan hatine wêrankirin û dizîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ji têdana cihên dîrokî û mezargehên pîroz ew e, nasnameya Kurdî ya Efrînê nehêlin.

 

 

Goristana li gundê Metîna
Goristana li gundê Metîna

 

S. B