Lijneya Darayî ya Parlamentoya Îraqê ji rêkarên amadekirina projeqanûna budceya 2027ê nîgeran e
Navenda Nûçeyan (K24) – Lijneya Darayî ya Parlamentoya Îraqê ji rêkarên amadekirina projeqanûna budceya sala 2027ê dilgiran e, ji ber ku Wezîrê Darayî bêyî şêwira ligel parlamentoyê ew proje arasteyî Encûmena Wezîran kiriye.
Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Cemal Koçer di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand ku Lijneya Darayî îro Yekşem, 04ê Cotmeha 2026ê, civînekê dike û pirsên rêkarên amadekirina projeqanûna budceya giştî nîqaş dike. Wî da zanîn jî ku vexwandina Wezîrê Darayî û Wezîrê Plandanînê dikeve dengdanê û bi îhtîmaleka zêde vexwandina her du wezîran dê dengan bîne.
Li ser sedema dilgiraniya wan jî, Cemal Koçer behsa wê yekê kir ku Wezîrê Darayî yê Îraqê Falih Sarî bêyî agahdarî û şêwira ligel parlamenteran projeqanûn arasteyî Encûmena Wezîran kiriye.
Wî endamê Lijneya Darayî eşkere jî kir ku zanyarên temam di derheqa projeqanûna budceyê de negehiştine ber destên parlamenteran, vê yekê jî nîgeraniyeka zêde çê kiriye, tevî wê yekê ku Falih Sarî pêştir bo çend gerên parlamentoyê endamê Lijneya Darayî bûye û şarezayê rêkaran e.
Li gorî qanûna kargêriya darayî ya Îraqê, pêdivî bû di destpêka meha Îlonê de projeqanûna budceyê radestî Encûmena Wezîran bihata kirin û di nîva Cotmehê de ji bo pejirandinê pêşkêşî parlamentoyê hatiba kirin, lê biryar e ku di 15ê vê mehê de ew projeqanûn bo parlamentoyê bê şandin.
Reşnivîsa projeqanûna budceya 2027ê li roja Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, ji aliyê Encûmena Wezarî ya Aborî ya Îraqê ve arasteyî Emîndariya Giştî ya Encûmena Wezîran hatibû kirin.
Encûmena Wezarî ya Aborî di nivîsara xwe de, ku pola "gelek bilez" pê hatibû da, raspardeya wê yekê dabû ku reşnivîsa projeqanûna budceyê arasteyî Encûmena Wezîran bê kirin, ligel liberçavwergirtin û wergirtina têbîniyên endamên Encûmena Aborî li ser projeqanûnê, daku rêkarên pêdivî di derheqa wê de bên bicihanîn.