Li cîhanê 350 hezar kes bi Koronayê canê xwe jidest dane

Li seranserî hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê roj bi roj zêde dibe û zêdetir ji 350 hezar kesî jî heta niha bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li seranserî hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê roj bi roj zêde dibe û zêdetir ji 350 hezar kesî jî heta niha bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.

Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de li seranserî cîhanê hejmara pêketina bi Koronayê li hember roja berî wê zêde bûye û 94.8 hezar kes bi Koronayê ketine, ku roja pêştir 87.8 hezar pêketî hatibûn tomarkirin.

Li gor amarên wê zanîngehê, heta niha li seranserî cîhanê 5 milyon û 593 hezar û 148 kes pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin, ji nava wan 350 hezar û 509 kesan canê xwe jidest dane.

Amaje bi wê jî kir, heta niha jî zêdetir ji 2 milyon û 288 hezar nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Pêketiyên bi vîrusa Koronayê bi piranî li van welatan zêde hatine tomarkirin:

Amerîka: Pêketin: 1,72 milyon – Mirin: 98,875

Brazîl: Pêketin 391 hezar – Mirin: 24,512  

Rûsya: Pêketin: 362 hezar – Mirin: 3,541

Brîtanya: Pêketin: 266 hezar – Mirin: 37,048

Îspanya: Pêketin: 236 hezar – Mirin: 27,177

Îtalya: Pêketin: 230 hezar – Mirin: 35,955

 

S. B