Tirkiye dest bi geştên esmanî yên navxweyî dike
Tirkiye ji roja 1ê Hezîranê ve dest bi geştên esmanî yên nevxweyî di navbera Stenbol, Enqere, Izmîr, Intalya û Trabzonê de dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye ji roja 1ê Hezîranê ve dest bi geştên esmanî yên nevxweyî di navbera Stenbol, Enqere, Izmîr, Intalya û Trabzonê de dike.
Ajansa “Anadolu” li ser zarê Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyê belav kir, ew pêngav bi pêngav dest bi geştên esmanî dikin, lê heta niha dema destpêkirina geştên navdewletî diyar nekir.
Pêştir Tirkiyê qedexeya çûnûhatinê li seranserî Tirkiyê ragihandibû, lê niha pêngev bi pêngav hewl dide jiyanê asayî bike.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 162 hezar û 120 kesan bi Koronayê ketine û 4 hezar û 397 kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B