Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe ji êrîşên ser cotyarên Kurd derbirî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Operasyonên Taybet ên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Operasyonên Taybet ên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Operasyonên Taybet ên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê Major General Eric Hill kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa Iraq, navçeyê û girîngpêdana bi hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan hatin kirin. Tekezî li girîngiya berdewamiya hevahengiya bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê hatin kirin.

Serokê Hikûmetê nîgeraniya xwe di derbarê zêdebûna çalakiyên çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê derbirî, bi taybet êrîşkirina ser cotyarên Kurd û revandina wan.

Major General Hill amaje bi wê da, Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de hevbeşekî girîng ê Amerîka û Hevpeymanan e li navçeyê. Got jî, şerê terorê hîna bidawî nebûye û pêwîst e di hevahengiya bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re berdewam bin û zêdetir girîngiyê pê bidin.

 

S. B