Operasyonên artêşa Tirkiyê hatûçûn li 19 deverên bakurê Kurdistanê qedexe kir

Li bakurê Kurdistanê, ji ber operasyonên Artêşa Tirk, li Bidlîsê 19 dever bo hatûçûnê hatin qedexekirin.

K24- Hewlêr

Li bakurê Kurdistanê, ji ber operasyonên Artêşa Tirk, li Bidlîsê 19 dever bo hatûçûnê hatin qedexekirin.

Parêzgariya Bidlîsê da xuyakirin, di demên dawî de, li gundewarên Bidlîsê liv û tevgerên gerîlayên PKKê zêde bûne û ji ber vê yekê, biryara operasyonê hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê qedexeya hatûçûnê li 19 devera 31'ê Gulanê destpê dike û ji welatiyan tê xwestin bo ewlekariya can û malên xwe pabendî biryarê bin. Derbarî dirêjahiya qedexeyê de agahî nehate dayîn.