Qeyûmê Sêrtê, avahiya Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand

Qeyûmê şarederîya bajarê Sêrtê, li bakûrê Kurdistanê,avahiya Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand.

K24- Hewlêr

Qeyûmê şarederîya bajarê Sêrtê, li bakûrê Kurdistanê,avahiya Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand.

Qeyûmê Sêrtê, ku 15'ê Gulanê li şûna Şaredarê HDPê hatibû danîn, wekî kiryara yekemîn, avahiya Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand.

Qeyumê berê jî, sala 2016an, tabelaya bi Kurdî ya heman pirtûkxaneyê rakiribû, lê piştî ku HDP di hilbijartinên 31'ê Adar a 2019an de carek din şaredariya Sêrtê bidest xist, tabeleya pirtûkxaneyê danîbû şûna wê.

Qeyumên şûna şaredarên HDPê tên danîn, gelek caran bi kiryarên xwe yên dijî çand û zimanê Kurdî tên rojevê.