Peyama pîrozbahîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bo boneya salvegera damezirandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi boneya slvegera damziranidna Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) kir.
K24- Hewlêr
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi boneya slvegera damziranidna Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) kir.
Ev jî deqa wê peyamê ye:
Peyamê pîrozbahî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bo boneya salvegera damezirandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê.
Bi boneya 45 salvegera damezirandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, pîrozbahîyê li serkirdatî tevaya endam û alîgirên YNKyê dikim û hêvîya serkevtinê bo wan dixwazim.
Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê hevbeşekê giring û serekîye di hikumeta Herêma Kurdistanê de û hêvîdarim bi hev re li gel Bizava Gorranê û tevya alîyên sîyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hevaheng û hevkar bin ji bo berevanîkirinê ji mafên destûrîyên Herêma Kurdistanê û burandina evê pergala niha ya dijwar, bi rêya piştîvanîkirinê ji karnameya hikumeta Herêmê û encamdan piroseya çaksazîyê ku daxwaz û xwazteka tevaya alîyan û hevwelatîyan e.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê
31/5/2020