Li Germîyan 12 kes tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinînan belav kir û ragehand, li Germîyan 12 kesên din tûşî Koronayê bûn.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinînan belav kir û ragehand, li Germîyan 12 kesên din tûşî Koronayê bûn e.

Di ragehandina encamên pişkinînan de hatîye, 12 tûşbûyên din yên Vayrosa Koronayê li dvera Germîyan hatin destnîşankirin.

Herweha hatîye, tûşbûyî 7 jin, 4 zelam in û yek kiçeka xorte.

Xuya jî kirîye, ku 9 ji tûşbûyan berkevtîyên tûşbûyên berê ne, 2 tûşbûyan jî nîşanên nexweşîyê hene, 1 tûşbûyî jî ji Bexda vegerîya ye, 6 kes ji wan rûniştvanên qeza ya Kifrî ne. 4 kes jî rûniştvanên qeza ya Kelar in, 1 kes jî rûniştvanê bajarê Bexda ye û 1 tûşbûyî jî rûniştvanê bajarê Tikrîte.