Duhokê.. dû tûşbûyên Koronayê baş bûn û rewşa tûşbûyekî jî xerabe

Li Duhokê dû tûşbûyên Vayrosê Koronayê çareserbûn û nexweşek jî rewşa wî xerabe.

K24- Dohok

Li Duhokê dû tûşbûyên Vayrosê Koronayê çareserbûn û nexweşek jî rewşa wî xerabe.

Rêveberîya Giştî ya Tenduristya Duhokê ragehand, piştî wergirtina çareserîyê, rewşa dû tûşbûyên Vayrosa Koronayê  baş bûye  vegerîyan malên xwe û herdû çareser bûyî jî  xelkên bajarê Akrê ne.

Heya niha li Duhokê 39 kes helgirên Vayrosa Koronayê ne, ji wan  21 kes çareser bûne.  Di niha de  18 helgirên Vayrusê  li jêr çavdêrî ya pizîşkyan de ne. Rewşa yekî ji wan xerabe.