Hikumet nirxandinê bo metirsîyên Koronayê dike

Hikumeta Herêma Kurdistanê nirxandina metirsîyên Vayrosê Koronayê û qedexe ya hatinûçûnê û rêkarên rûbirûbûna Vayrosa Koronayê dike.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistanê nirxandina metirsîyên Vayrosê Koronayê û qedexe ya hatinûçûnê û rêkarên rûbirûbûna Vayrosa Koronayê dike.

Nûçeghanê Kurdistan 24 ê ragehand, evro li dîwana Wezareta Navxwe civîneka berifreh derbarê metirsîyên Vayrosa Koronayê bi serperiştîya wezîrê navxwe, Rêber Ehmed û bi amadebûna wezîrê tenduristîtê, parêzgaran, berpirsên rêveberîyên serbexwe û rêveberên giştî yên Tenduristyê li parêzgehan û rêveberîyên serbexwe birêve diçe.

Herweha got: Di wê civînê de  metirsîyên pêla dûyema Vayrosa Koronayê dihêne gotûbêj kirin, ji bilî nirxandina biryara qedexe ya derketina derve û rêkarên rûbirûbûna vê  vayrosê li Herêma Kurdistanê.