li Hewlêrê 5 pêketiyên din ên bi Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 5 kesên nû bi bîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 5 kesên nû bi bîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 5 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, ew pêketî 2 peyayên 50 û 21 salî, keçeke 18 salî û 2 zarokên 13 û 9 salî ne.
Amaje bi wê jî da, hemû pêketiyên nû rûniştvanên taxa Endezyaran a bajarê Hewlêrê ne û wan virus ji pêketiyeke pêştir vegirtine.
S. B