Hejmara pêketiyên Koronayê 6.5 milyon kes derbas kir
Careke din rêjeya pêketina bi virusa Koronayê li seranserî cîhanî bilind bû û di rojekê de 130.4 hezar kes bi wê vîrusê ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Careke din rêjeya pêketina bi virusa Koronayê li seranserî cîhanî bilind bû û di rojekê de 130.4 hezar kes bi wê vîrusê ketin.
Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî belav kir, duhî 13.4 hezar kes li sernaserî cîhanê bi vîrusa Koronayê ketin, ku bi vî awayî hejmara pêketiyan gihîşt 6 milyon û 511 hezar û 696 kesan.
Li gor amarên wê zanîngehê. Hejmara kesên bi Koronayê canê xwe jidest dane jî gihîşt, 386 hezar û 73 kesan. Li hemberê jî 2 milyon û 807 hezar û 420 nexweş jî baş bûne.
Amerîka di rêbendiya pêketina bi Koronayê de, bi 1 milyon û 807 û 420 kesî di pileya yekem de tê. Di pileya duyem Brazîl bi 584 hezar û di pileya sêyem de jî Rûsyayê bi 432 hezar pêketiyan tên.
Lê li gor amarên pêgeha “Worldometer”, li Amerîka hejmara pêketiyên bi Koronayê gihîştiye 1 milyon û 901 hezar û 783 kesan. Herwiha 109 hezar û 142 kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B