Korona û xwenîşandan bandorek nerênî lı abûriya Amerîka dikin

Destpêka qeyrana Kovîd-19ê ji bo Amerîkayê jî bû destpêka azmûneke zehmet. Her wiha di heman demê de kuştina welatiyeke reş yê bi navê George Floyd, ji aliyê polîseke sipî ve li Amerîkayê şepoleke xwepêşandanên mezin da destpêkirin. Ev yekê jî nîqaşeke nû derxiste holê ev jî ev e ku gelo desthilatiya Amerîkayê li cîhanê lawaz dibe yan na?

K24- Enqere

Destpêka qeyrana Kovîd-19ê ji bo Amerîkayê jî bû destpêka azmûneke zehmet. Her wiha di heman demê de kuştina welatiyeke reş yê bi navê George Floyd, ji aliyê polîseke sipî ve li Amerîkayê şepoleke xwepêşandanên mezin da destpêkirin. Ev yekê jî nîqaşeke nû derxiste holê ev jî ev e ku gelo desthilatiya Amerîkayê li cîhanê lawaz dibe yan na?

Desthilatiya abûriya cîhanê bi taybetî di 70 salên dawîn de di destê Amerîkayê de bû. Lê belê bi hatina Kovîd-19ê û bi destpêkirina xwepêşandanên xurt piştî kuştina George Floyd ji aliyê polîsek Amerîkayê ve, proseyeke rêze-azmûnan ji bo desthilatiya Amerîkayê ya bi dehan salan destpêkir. Li gel wan geşedanan Çîn di warê abûriyê de li hemberî Amerîkayê bipêşve diçe.

Pisporê Amerîkayê Prof. Ilhan Uzgel dibêje, têkçûna desthilatiya cîhanî ya Amerîkayê, ev qas hêsan nîne.

Profesor Dr. Ilhan Uzgel, Pisporê Amerîkayê, dibêje: Li hemberî raya giştî Amerîka dê ji vê azmûnê dê bi serkeftî derkeve. Çîn bi avayekî veşartî hewl dide bipêşve biçe, lê belê Amerîka li hemberî Çînê propagandayeke bihêz birêve dibe. Dibe k udi rojên dahatuyê de Çîn ji ber vîrûsa Koronayê di qada navneteweyî de were darizandin û cirmeyek jê were standin.

Hinek pispor jî rewşê li dijî berjewendiyên Amerîkayê dinirxînin û dibêjin wextê desthilatiya Amerîkayê tije dibe.

Denîz Altinsoy, Pisporê Amerîka û Ewropayê, dibêje: Ji xwe beriya ev qeyranê jî li Amerîkayê danîşanên lawazbûna desthilatiyê hebûn. Trump bi dirûşmeyên nijadperestiyê hate ser kar. Ma ev nebû digot ezê di navbera Amerîka û Meksîkayê dîwarekê çêkim. Ev siyasetên nijadperest bû sedema wan xwepêşandanan û niha di proseyeke wiha girîng de bi mijarên navxweyî mijul in.

Bêguman piştî vîrûsa Koronayê pergala cîhanê di gelek waran de dê biguhere, lê belê ne zelal e ku ev proseye dê li ser berjewendiya kijan aliyan bidawî bibe. Wisa diyar e ku sala 2020an di qada cîhanî de dibe destpêka guherînên mezin.