12 çekdarên Îranê li rojhilatê Dêrazorê hatine kuştin

12 çekdarên Îranê, di encama êrîşa firokeyek nenaskirî ve li rojhilatê Dêrazorê hatine kuştin.

K24- Hewlêr

12 çekdarên Îranê, di encama êrîşa firokeyek nenaskirî ve li rojhilatê Dêrazorê hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mrovî belavkiriye, firokeyên nenas baregehên mîlîşyatên Îranî li bingeha M'îzliye li rojhilatê Dêrazorê kiriye armanc. Di encam de 12 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin û hejmarek ji alav û teqeminyên li bingehê, hatine jinav birin.
Ligor Rewangehê, çekdarên ser bi Îranê ve, bi rêgez Iraqî û Efxanî ne..
Hatiye belavkirin, ku di 3ê vê mehê de, Îranê hêzek ji serbaz û alavên lojistî derbasî bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêrazorê kiriye, bi armanca xurtkirina hêzên xwe li wê navçeyê.