Parlementerê Kurd daxwaza dest vekşandinê ya Hukimeta Sûriye kir

Parlemanterê Kurd yê Encûmena gel ya Sûriyê Omer Osê ji Kurdistan 24 re ragehand ku di çarçoveya civîneke Encûmena gel ya Sûriyê daxwaza destvekişandin û standina baweriyê ji Hikûmeta Sûriyê kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterek Kurd yê  Sûriyê daxwaza destvekişandin û standina baweriyê ji  Hikûmeta wî welatî dike.

Parlemanterê Kurd yê Encûmena gel ya Sûriyê Omer Osê ji Kurdistan 24 re ragehand ku di çarçoveya civîneke Encûmena gel ya Sûriyê daxwaza destvekişandin û standina baweriyê ji  Hikûmeta Sûriyê kiriye piştî wêranbûna abûriya Sûriyê û daketina nirxê lîreya Sûrî. Herwiha Osê got ku wî daxwaz kiriye ku careke din danûstandinên di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de berdewam bibin û herdu alî jî nermahiyê nîşan bidin.

 

 

 

C.B