Hejmara pêketiyên Koronayê 7 milyon derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine, 7 milyon kes derbas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine, 7 milyon kes derbas kir.

Li gor dawî amarên zanîngeha John Hopkins a Amerîkî, îro hejmara kesên li seranserî bi vîrusa Koronayê ketine 7 milyon kes derbas kir, ku di 24 demjimêrên bûrî de pêketina 117.9 hezar kesan bi Koronayê hatin tomarkirin.

Ji aliyê din ve, hejmara kesên bi Koronayê canê xwe jidest dane, gihîşt 402 hezar û 852 kesan. Herwiha zêdeti ji 3.14 milyon kes jî baş bûne.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine, ku hejmara pêketiyan gihîşt 1 milyon û 942 hezar kesan. Herwiha di pileya duyem de Brazîl bi 692 hezar pêketiyan û di pileya sêyemîn de Rûsya bi 468 hezar pêketiyan tê.

Li welatên navçeyê jî, li Îranê zêdetir ji 172 kesan bi Koronayê ketine û 8 hezar û 281 kesan jî canê xwe jidest dane. Herwiha li Tirkiyê jî zêdetir 170 hezar kesan bi Koronayê ketine û 4 hezar û 692 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B