Li Îranê 70 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Wezerata Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 70 kesî bi Koronayê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezerata Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 70 kesî bi Koronayê canê xwe jidest dane.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranî Kiyanûş Cihanpûr ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 43 kesan bi Koronayê ketin û 7 kesî jî canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Îranê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 173 hezar 832 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 8 hezar û 351 kesan.

Duhî jî Zanîngeha Bijîşkî li Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir, hejmara kesên li Rojhilatê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe jidest dane, gihîştiye 798 kesan. Herwiha 22 hezar û 667 kes jî bi Koronayê ketine.

 

S. B