Pispor: Li Îdlibê wateya agirbestê nema ye

Li Sûriyê li ser devera Idlibê ji bo ku alozî bi dawî bibin û agirbestek mayînde karîger bibe di navbera Tirkiye û Rûsyayê de di 5ê Adarê de li Moskowê rêkeftinek hatibû karîgerkirin û agirbestek hatibû ragihandin. Piştî agirbestê jî bi gerên hevbeş dihatearmanckirin ku li Idlibê rewşa heyî bê guhertin û agirbest mayînde bibe. Lê belê bi boçûna pisporên Tirkiyê ji ber geşedanên dawî êdî li Idlbê ne wateya agirbest û geren hevbeş nemaye.

K24- Enqere

Li Sûriyê li ser devera Idlibê ji bo ku alozî bi dawî bibin û agirbestek mayînde karîger bibe di navbera Tirkiye û Rûsyayê de di 5ê Adarê de li Moskowê rêkeftinek hatibû karîgerkirin û agirbestek hatibû ragihandin. Piştî agirbestê jî bi gerên hevbeş dihatearmanckirin ku li Idlibê rewşa heyî bê guhertin û agirbest mayînde bibe. Lê belê bi boçûna pisporên Tirkiyê ji ber geşedanên dawî êdî li Idlbê ne wateya agirbest û geren hevbeş nemaye.

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku li Idlibê şerê heyî bi dawî bibe û agirbesteke mayînde di navbera hêzên tundrev yên muxalif û rejîma Suriyê de pêk heta niha 15 gerên hevbeş pêk hatine. Lê belê ev hemû gerên pêk hatine ji aliyê hêzên muxalîf ve hatin astengkirin ûdi gera hevbeş ya 15emîn de dema derbasbûna wesayîtên artêşa Tirkiyê bombeyek teqîbû û leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest dabû. Li gel vê yekê di 6ê hezîranê jî li idlibê wesayîteke zirxpoş a Tirkiyê bibû armanc û leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest dabû. Ev hemû geşedan di nava pisporên Tirkiyê de weke ku êdî wateya agirbest û geren hevbeş nemaye tê nirxandin.

Bi boçûna pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît Rusyayê hişyarê daye Tirkiyê ku demeke nêz de hêzên xwe li çend dewerên idlibê vekêşe. Herwiha Yîgît dibêje êdî wateya agirbestê nemaye û şerê Idlibê careke din gûr dibe.

Hamîde YÎGÎT -Pispora Rojhilata Navîn- dibêje: Heta niha gerên hevbeş ku pêk hatine yek jî li gorî daxwaza Tirkiyê nebû. Ji berk u hêzên di bin qontrola Tirkiyê de û hêzên tundrev destûr nedan ev gerên hevbeş pêk bên. Li gel vê yekê Rusyayê jî du roj berî niha hişyarî dabû Tirkiyê ku başûrê Rêya M4 vekêşe û bi frokeyên şer kozikên hêzên tundrew bombebaran kiribû. Êdî wateya agirbestê jî nemaye. Li Idlibê taybetî jî li başûrê rêya M4ê li devera Cebel Ez Zaviye yê li dijî rêxistinên weke Heyat Tehrîrî El Şam, Hurras Ed Dîn û Artêşa Îslamî a Tirkîstan dê operasyon bêne kirin.

Li gorî prof.Dr. Hasan Oktay jî herçiqas ji ber veyrosê geren hevbeş hatibin paşxistin jî li Idlibê di navabera Meha Adar û Hezîranê de pêwîst bû 50 gerên hevbeş pêk bihata lê tenê 15 gerên hevbeş hatin lidar xistin û tu armancên wan geren hevbeş pêk nehatine.

Prof.Dr.Hasan Oktay -Pisporê Rojhilata Navîn- got: Her çiqas ji ber veyrosa koronayê geren hevbeş hatibin paşxistin jî ev geren hevbeş bi awayekî serkeftî pêk nayên û her êrîş li van geran tên. Em dibînin ku bi van gerên hevbeş hêj Idlib nebûye devereke ewle û hêzên tundrew û çekên giran jî li Idlibê nehatine derxistin. Di şûna ku 50 gerên hevbeş bên kirin heta niha tenê 15 gerên hevbeş hatine kirin. Rojên pêşiya me de êrîşên ciddî û tund dê li ser Tirkiyê hebin li herêmê û nêzîke ku ev gerên hevbeş bên bidawîkirin.

D navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser Idlibê pêşî di 17ê Îlona 2018an de rêkeftina Soçiyê piştre jî di 5ê Adara 2020an de jî rêkeftineke din li ser Idlibê hate îmzekirin. Di wan her du rêkeftina de jî armanc karîgerkirina agirbesteke mayînde, avakirina devereke aram û derxistina hêzên tundrev û çekên giran li tevahiya Idlibê bû. Lê belê ev her du rêkeftin jî bi ser neketine heta niha û li gorî pisporan jî şerê Idlibê careke din gur dibe.