Li Tirkiyê qedexeya derketina derve hat rakirin
Piştî demeke dirêj li bajarên mezin yên tirkiyê qedexeya derketina derve hat rakirin.Welatîyên stenbolê piştî vê biryarê ji her deman zêdetir derketin derve.Bijîjk diyar dikin eger welatî pabendî rênimayan nedin dê cardî qedexeya derketina derve bê ragihandin.
K24-Stenbol
Piştî demeke dirêj li bajarên mezin yên tirkiyê qedexeya derketina derve hat rakirin.Welatîyên stenbolê piştî vê biryarê ji her deman zêdetir derketin derve.Bijîjk diyar dikin eger welatî pabendî rênimayan nedin dê cardî qedexeya derketina derve bê ragihandin.
Li bajarên mezin yên tirkiyê piştî çend mehan qedexeya derketina derve bi temamî hat rakirin. Piştî rakirina van qedexeyan welatî ji bo ger,werziş û hewaya paqij derketin berav û parkan.Lê li gelek cihan hat dîtin welatî pabendî rênimayên koronayê nebûn û gelek kes bê mask derketin derve.Endamên lijneya Zanistên rûbirûbûna vayrosa koronayê jî dîyar dikin ,ev rewşa ku vê hefteyî derketî dikare bibe sebep ku cardî qedexeya derketina derve bê ragihandin.
Welatyek dibêje: ''Biryara rakirina qedexeyê gelek baş bû. Êdî havîn jî hat , mirov di mal de gelek aciz dibe.Ez bixwe herdem maskeye bikartînim û destên xwe jî herdem dişom.Li gor min rîska vê nexweşiyê gelek kêmbûye. Hêvîdarim herkes pabendî rênimayan bibin.
Hinek welatî jî dibêjin ji ber ku welatî demeke dirêj di mal de man rakirina qedexeyê wekî ku hîç nexweşî nemayî dibînin ji ber wê pêwîst bû qedexe hêdî hêdî bihatiya rakirin çimko gelek kes ne xwe ne jî derdora xwe naparêzin û metirsiyê li ser herkese çêdikin.
Welatîyek dî got:''Ev demeke dirêjê em di mal de bûn lê em dibînin ku niha li derve qerebalixek zêde heye. Heta ji min tê ez xwe diparêzim lê wek hûn jî dibînin gelek kes mask bikarnaînin,dest hertiştan didin û gelek nêzîkî hevdû dibin.Ji ber wê hê jî tirsa min heye . li gor min pêwîst bû qedexe hêdî hêdî bihatiya rakirin.
Di hefteya pêşîyê ya rakirina qedexeyê de welatiyên stenbolê bi awayeke berçav zêdetir derketin derve. Tê ragihandin dinav civakê de gelek nexweşên koronayê hene lê ji ber ku ev kes ne hatîne tomar kirin rîska belavbûna koronayê hê jî gelekî zêde ye. ji ber wê pêwîste herkes xwe û derdora xwe biparêzê yan jî dê cardî qedexe û rênimayên tund bêne ragihandin.