Li Tirkiyê bo torên civakî rênimayên nû tên pêşniyarkirin

Di çarçoveya bergiriyên li hember vayrûsa koronayê de hinek pispor û diyetisyen amaje dikin, di vê proseyê de li gor esasên tendirûst xwarina goşt û berhemên ku ji ajelan tên bidestxistin bo tendirûstiya mirovan baş e û sexlemiya laşê mirovan hê qahîmtir dike

K24- Stenbol

Di çarçoveya bergiriyên li hember vayrûsa koronayê de hinek pispor û diyetisyen amaje dikin, di vê proseyê de li gor esasên tendirûst xwarina goşt û berhemên ku ji ajelan tên bidestxistin bo tendirûstiya mirovan baş e û sexlemiya laşê mirovan hê qahîmtir dike. Piştî proseya asayîbûnê li Stenbolê jî bi vebûna xwaringehan re welatiyan bo xwarina şorbeya ser û pê û şirdanê li pêş deriyê van xwaringehan rêzên dûve dirêj pêkanîn. Aşpêj Mehmet Surê ku ligel gelek karên din di warê çêkirina xwarina ser û pê û şirdanê jî de wekî hostayekî baş tê zanîn baldikişîne ser gotinên pisporan û dibêje; ji ber ku welatî fêde û çêjeke baş ji van cûre xwarinan werdigrin hertim qesta van xwaringehan dikin.

Mehmet Sur-Aşpêj- got:"Piştî ku li ser televizyonan pisporan behsa sûda xwarina şorbeya ser û pê û şirdanê kirin eleqeya li ser van cûre xwarinan jî hê zêdetir bû. Ji xwe me baş dizanî ku ser û pê û şirdan bo sexlemiya laş gelekî sûdewer in. Wexta em zarok diya me hertim ji me re ev xwarinê çêdikir. Ji ber vê yekê em gelekî kêm nexweş diketin. Bi ya min jî di vê proseya koronayê de jî bo em bi vê nexweşiyê nekevin ev xwarin gelekî sûdewer in."

Welatiyên ku ji bi ser pêşniyara pisporan yekem care ku vê xwarinê tehm dikin jî dibêjin; Wan ji ber dîtbarî û pêşdaraziyê heta niha hîç hewl neda bû ku vê xwarinê biceribînin lê piştî ev qas di nav civakê de berbelav û navdar bû wan jî fikra xwe guheriye û êdî hem ji ber çêj a wê hem jî ji ber sûdeweriyên tendirûstî dê hertim vê xwarinê bixwin û pêşniyar bikin.

Mişterîyek dibêje:"Bi rastî jî xwarineke gelekî xweş û bi çêj e. Min jî bi ser pêşniyara hinek pisporan hewl da ku vê cûre xwarinê tehm bikin. Hevalan ez anîm e vê derê. Yekem car e ku dixwim lê hem ji ber çêja wê ya xweş hem jî ji ber sûda wê êdî dê berdewam vê xwarinê bixwim."

Mişterîyek dî got:"Min berê jî ev xwarinê gelek caran xwaribû. Ez ji Diyarbekirê me. Tê bîra min hertim diya min ji me re ev xwarinê çêdikir. Bi rastî jî taybet zivistanan em zêde nexweş nediketin. Ev xwarina ji çanda Kurdan niha bûye xwarineke lûx û yek ji xwarinên bijare ya çîna jor li van bajaran."

Ser û pê û şirdan li Tirkiyê taybet di nav Kurdên Bakûr de yek ji wan cûre xwarinên kelepûriye ku bi sedan sal e li ser sifreyê hertim cihê xwe parastiye. Piştî Kurd li metropolên Tirkiyê belav bûn êdî ev çêja kelepûrî di xwaringehan de jî cihê xwe girt û niha jî wekî yek ji xwarinên herî bi tehm û tendirûst taybet ji aliyê çînên jor ve tê tercih kirin.