Li Tirkiyê 19 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 19 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 19 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehretîn Koca da xuyakirin, heger mask were bikaranîn û dûrbûna 2 metroyan ji hev were parastin, dê bikaribin pêşiya belavbûna Koronayê bigrin.
Koca da zanîn jî, hejmara nexweş baş bûne pir zêde bûye, lê hejmara nexweşên di bin çavdêriya çir de ne jî zêde dibe.
Koca got, di heyama 24 demjimêran de 19 kesên din bi koronayê canê xwe jidest dan û 989 kesên din jî bi korona ketine.
Bi vî awayî, li Tirkiyê hejmara kesên xwe bi koronayê canê xwe jidest dane gihişt 4 hezar û 711 kesan û hejmara pêketiyan jî gihişt 171 hezar û 121 kesan.
S. B