Li Tirkiyê 18 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 18 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 18 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehretîn Koca da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de 18 kesên din bi koronayê canê xwe jidest dan û 993 kesên din jî bi korona ketine.

Bi vî awayî, li Tirkiyê hejmara kesên xwe bi koronayê canê xwe jidest dane gihişt 4 hezar û 729 kesan û hejmara pêketiyan jî gihişt 172 hezar û 114 kesan ji bi koronayê ketine û 144 hezar û 598 kes jî baş bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihandibû, heger mask were bikaranîn û dûrbûna 2 metroyan ji hev were parastin, dê bikaribin pêşiya belavbûna Koronayê bigrin.

 

S. B