Li Tirkiyê 17 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 18 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 18 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehretîn Koca da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de 17 kesên din bi koronayê canê xwe jidest dan û 922 kesên din jî bi korona ketine.
Bi vî awayî, li Tirkiyê hejmara kesên xwe bi koronayê canê xwe jidest dane gihişt 4 hezar û 746 kesan û hejmara pêketiyan jî gihişt 173 hezar û 36 kesan ji bi koronayê ketine û 146 hezar û 839 kes jî baş bûne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihandibû, heger mask were bikaranîn û dûrbûna 2 metroyan ji hev were parastin, dê bikaribin pêşiya belavbûna Koronayê bigrin.
S. B