Li Tirkiyê geşta esmanî ya navdewletî destpê kir

Li Tirkiyê geşta esmanî ya navdewletî destpê kir. Yekem geşt ji Firokxaneya Stenbolê bo Duseldorfa Almanyayê hat kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê geşta esmanî ya navdewletî destpê kir. Yekem geşt ji Firokxaneya Stenbolê bo Duseldorfa Almanyayê hat kirin.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, digel rêgiriyên din, firokxaneyên Tirkiyeyê jî bo geştên navdewletî hatibûn daxistin. Bi destpêkirina proseya asayîkirinê re, dest bi geştên esmanî jî hat kirin.  

Tirkiye bi welatên Almanya, Brîtanya û Hollanda jî dest bi geştên esmanî dike. Yekem geşt ji Firokxaneya Stenbolê bo Firokxaneya Duseldorfê ya Almanyayê îro demjimêr 8.20 de hat encamdan.

Piştre jî firînên ber bi Londra, Amsterdam, Frankfurt û Berlinê tên kirin.

Geştên esmanî yên di navbera bajarên Tirkiyeyê de 1'ê Hezîranê destpê kiribûn.

 

S. B