Li Tirkiyê 15 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 15 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 15 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehretîn Koca da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de 15 kesên din bi koronayê canê xwe jidest dan û 1195 kesên din jî bi korona ketine.
Bi vî awayî, li Tirkiyê hejmara kesên xwe bi koronayê canê xwe jidest dane gihişt 4 hezar û 778 kesan û hejmara pêketiyan jî gihişt 175 hezar û 218 kesan ji bi koronayê ketine.
Pêştir Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihandibû, heger mask were bikaranîn û dûrbûna 2 metroyan ji hev were parastin, dê bikaribin pêşiya belavbûna Koronayê bigrin.
S. B