Parêzgariya Edîrneyê ketina bajêr sînordar dike

Parêzgariya Edîrneyê ji bo pêşîgirtina meşa HDPê, ketina bajêr ji 14'ê Hezîranê heta 17'ê Hezîranê sînordar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Edîrneyê ji bo pêşîgirtina meşa HDPê, ketina bajêr ji 14'ê Hezîranê heta 17'ê Hezîranê sînordar dike.

Parêzgariya Edîrneyê da xuyakirin, piştî betalkirina parlamenteriya parlamenterên HDPê Leyla Guven, Mûsa Farisogllarî û parlamenterê CHPê Enîs Berberoglu, banga xwepêşandan, meş û mîtîngan hatiye kirin.

Da zanîn jî, bi armanca rêgirtina belavbûna koronayê, ew rê nadin xwepêşandan û kombûn bên kirin û ji bo vê armancê ketine Edîrneyê ji 14'e mehê heta 17'ê mehê sînordar kirine.

Parêzgariyê herwiha da zanîn, eger heye ku grupên dijber jî nerazîbûnan nîşan bidin û ew yek jî ji bilî asayîşa bajêr, dê bandorê li tendirustiya rûniştvanên bajêr jî bike.

HDP biryar dabû, bi beşdariya parlamenter û hilbijartiyên HDPê 15'ê Hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê, ber bi Enqereyê ve bimeşin.

 

S. B